A LONG STORY

 A Long Story
synopsis:
Bi bidawîbûna pêvajoya aştiyê ya sala 2015-an, ez bûm şahidê têkoşîna di navbera PKK û hêzên hikûmetê de li navçeya Sûr a Amedê
Ez wê demê rojnamevanek serbixwe bûm. Wahidiya vê bûyera tirsnak bû sedema trawmayê ji min re.
Piştî salan, min van wêneyên ji arşîva xwe veguherand belgekirinê. Fîlim qala şahidî, koçberî û bîranînên bajêr dike. Piştî ku ev wêne hatin kişandin demek kurt, navçeya Sûrê hat rûxandin.
Naha li şûna xaniyên xerabkirî xaniyên nû çêdikin.

Mehmet Yazıgan di sala 1990 de li Amedê ji dayik bûye. li zanîngeha afyon Kocatepe edebiyat xwend û ji zanîngeha dîcleyê mastera xwe di ziman û Çanda Kurdî stend.
Li zanîngeha dîcleyê di zimana û edebiyat tirkî de perwerde dît.
Wek wiha beşdarî gelek atolyeyên sînema, belgefîlm û wênekêşiyê bû, û sala 2018-an kurtefîlima xwe ya yekem ya ceribandî „Wext“ di atolyeya kurtefîlma „Wêne, Mirov, Qada“ di Klûba Sînemayê ya Diyarbekirê de hat kişandin. Di Kanûna 2018-an de wî fîlima xwe ya duyemîn wek ceribandin ya bi navê „Bîra Bajêr“ za ku li ser veguherîna bajar, koçberî, şer û bîra çandî çêkir.
Her wiha jî ji bo fîlima „Berî şevê“ (2019, Ali Kemal Çınar) li pişt perdê kişand. Di vîdyoyê xwe di pêşangeha Encounters de derket û ku ji hêla Kolektîfa Hunerî ya Navendî we hatî organîzekirin û pêşandan. Sala 2019  belgefîlmek kurt „Çîrokek Dirêj“ çêkir û di çêkirina fîlimê de xebata xwe didomîne.