FOCUS SHORTS

PepûkÖzkan Küçük
The Heavy BurdenYilmaz Ozdil
The Worn Beak Of The CrowFerhat Özmen
Salvation RainVeysel Çelik
Getting Ready for Being LateAram Dildar

KFFB20 goes ONLINE

Me îsal ji ber vîrusa Corona ye birîyar da ku em 10dehemîn filmfestivala kurdî di Internetê de belav bikin. 

Ji ber vê yekê, behtir wext ji me re divê, em vê xebatê bi ser xin. Wê festival di dema 08. – 14.10.2020 bê nişandan.

Mirov dikarê bernameya festivalê di internetê de bibîne, wisa herkes dikarê bejdar be. 

Wê nêzi 50 filmên belgeyî, fiksîon û kurtefilman di navbera heftîyek haya sê haftîyan di internetê de bê weşandin. Herweha wên axaftin, workshops û konserên picuk jî bêna nişandan.

Bi vî rengî em cara yekemîn filmfestivalê kurdî nişan didin.

Herweha em naxwazin bes pişt computera jî winda bibin. Emê hewl bidin, ku em li Berlînê hindek civîn û sînemayan amade bikin û mirov bikaribe li wir jî bejdarî festîvalê bibe.

10. Festivala Fîlmen Kurdî

Di sala 2020an de Festivala Fîlmen Kurdî salvegera 10emîn pîroz dike.
Festivala 10emîn yê bi piştgiriya Senatoya Çand û Hûnerê û Enstitûya Goethe ya Iraqê bê lidarxistin.
Em ji niha ve bi şanazî bendê nin ku hûn tevli bernameya me ya pirreng , danûstandin û nîqaşên me bibin ku em pevra kar û pêşveçûnen sînemayî yên li Kurdistanû û dîasporayê bibînin. -Bêguman dibe ku em kar û xebatên we jî pevra nas bikin.