DIE KÖNIGIN VON NIENDORF

Li Brandenburg ê betlaneya havînê dest pê dike lê Lea ya (Lisa Moell) deh salî wek hevalên xwe yên din vê salê naçe qampa havînê. Gelemperî ew hevalên xweyên keçik ecêp dibine. Hêdî hêdî di gund de tenê dîmîne û car caran jî li mûsikvan Mark (dev ji mektebê berda ye) ziyaret dike ku ew li qesra ecêp dijî. Rojek Lea dinêre ku penç kurik ji ser çîtên fabriqayê ya boyaxan re bîdoneke petrolê derbas dikin û li ser bisikletên xwe bi bîdonan re direvin. Ev yek Lea’yê gelek di meraqê de dihêle . bi derfetek nû ve Lea wan kurikan dişopîne û dibîne ku li ser golek biçûk keştiyeke biçûk avakirine. Lê keştîyê wan kurikan e û nahêlên ku keçik bi tu awayekî werin keştiyê. Lea jî dixwaze bikeve nav wan û hewl dide. Pişt re jî ev havîn dibe havinek macerayî.

2017  | Deutschland | 1h 7m
Produktion: Joya Thome, Philipp Wunderlich
Koproduktion: LUPA Film
Darsteller: Lisa Moell, Mex Schlüpfer, Denny Sonnenschein, Salim Fazzani

Joya Thome, di sala 1990’ande li Berlîn’ê hatie dinê, tecrube xwe ya yekemîn wek zarokeke lîstikvan di nav fîlmen bavê xwe (Rudolf Thome) de dike. Pişti mektêbe di gelek fîlman de cih digire û çend kurtefîlman jî dikişîne. Lîsansa xwe ya li ser Civaknasiyê û Zanistiya Perwerdeyî li zaningeha Humboldt’ê li Berlîn’ê û li zaningeha New York’ê kuta dike.

Deutsch