EVERY HOUSE IS A SCHOOL

Zimanek qedexe, dibistanek girtî. Zarokên ku li malê zimanê dayika xwe fêr dibin û malbatên ku mala xwe dikin dibistanek „Her Mal Dibistanek e“ çîroka mirovên ku bi salan hewl didin ku zimanek qedexe ji nû ve zindî bikin û wî zindî bihêlin.
Ardin Diren di 1988 de ji dayik bû. Li Eskişehir û li Zanîngeha Akdenizê beşa sînemayê xwend. Her wiha jî ji bo cûrbecûr kovar û malperan gotarên li ser sînemayê bi Kurdî dinivîse. Berê wî belgefîlmek bi navê „Recycling“ çêkir.