Kooperationspartner

Yekmal, der Verein der Eltern aus Kurdistan in Berlin e.V., existiert seit Mai 1993 und richtet sich an Menschen aus Berlin: Familien, Kinder, Mütter, Geflüchtete, Jugendliche, Frauen, Eltern. Es gibt Kurse, Feste, Veranstaltungen und Beratung. Yekmal e.V. konzentriert sich auf die Bedürfnisse, Probleme und Belange seiner Klienten und beinhaltet Beratungs- und Bildungsangebote, Hilfe in Erziehungsfragen, Freizeitangebote sowie diverse Kurse und Projekte. Außerdem gehören zwei Kitas zu dem Verein („Kita Pîya“), in denen kurdisch-deutsche zweisprachige Erziehung für Kinder im Alter zwischen 1 und 6 Jahren angeboten wird.

Yekmal, Yekitiya Malbatên Kurdistanê li Berlînê, di meha Gulanê sala 1993’an de hatiye damezirandin û xebatên bi malbat, zarok, dê, penaber, ciwan, jin û dê û bavan re dimeşîne li Berlînê. Nav van xebatan de kursên perwerdehiyê, pîrozbahî, çalakiyên cur bi cur û şêwirmendî cih digirin. Yekmal taybetî li gorî pêdivî, pirsgirêk û mijarên derbarê jiyana kesên ji xwe xizmetê digire kar dike, şêwirmendiyê dike, perwerdehî dide, alîkariya perwerdehiyê dike, çalakiyan amade dike ji bo demderbaskirinê û gelek xebat û projeyên din rêve dibe. Her wiha du hêlînên Yekmalê, bi navê Kita Pîya, hene ku perwerdehiyeke duzimanî bi Kurdî-Almanî dide zarokên ji 1 salî heta 6 salî.

Zarok TV (Kurdish: Kid TV) wurde am 21. März 2015 in Diyarbekir/Amed in Nordkurdistan gegründet und ist die erste Satelliten TV Sation in der Türkei für Kurdische Kinder. Der Sender strahlt in den Sprachen Kurmanji und Kramnjiki/Zazaki aus. Die drei Kurzfilme, die das Kurdische Filmfestival zeigt, sind die ersten Animationen, die von einem Kurdischen TV Sender produziert wurden. 

Zarok TV yekemîn qanala televîzyonê ye li Tirkiyeyê ku ji bo zarokan bi zimanê kurdî dest bi weşanê kiriye. Weşana Zarok TV 21ê Adarê (Roja Newrozê) di sala 2015’an de li Amedê dest pê kir. Bi du zaraveyên kurdî, bi gotineke din bi kurmancî û kirmanckî/zazakî, weşanên xwe dike. Her sê fîlmên ku vê festîvalê de tên nîşandan yekem nimûneyên anîmasyonê ne ku bi kurdî hatine amadekirin ji aliyê qanaleke kurdî.