Keçikên Rojê

Nûçegihaneke şerê diçe Rojhilata Navin. Bi vî yekê rastê berxwedaneke (Golshifthe Farahani) tê. Divê ev berxwedêr bi jinin din re gundekî ku ji aliyê olperestên bêqam ve hatiye desteser kirin wê gundê rizgar bikin. DerhênerEva Husson ji jinên Êzîdi, ku qedera xwe bi destên xwe çêkirine, ilham girtiye. Ev jinen Êzîdî ji aliyê Daiş hatine desteser kirin û piştre jî xwe xilas kirine û tevlî şervanên berxwedana li dijî terorîstan bûne.

| Frankreich | 2018 | Originalsprachen : Französisch, Kurdisch, Englisch, Arabisch
Regie: Eva Husson
Produktion: Didar Domehri
Montage: Emilie Orsini
Bildgestaltung: Mattias Troelstrup
Darsteller : Golshifteh Farahani , Emmanuelle Bercot, Zübeyde Bulut

Eva Husson derhêner û senarîsteke fransî ye. Li zanîngeha Sorbonne beşa wêje ya îngilizî û spanyolî qedandiye. Ji beşa wejê ya spanyolî lîsansa xwe, ji beşa wêje ya Îngilizî ji mastira bilind bi serkeftîbi dawî kirîye. Li Enstîtûya Fîlmên Amerîkî ( American Film Institute) Edîtasyona Fîlman û Derhênerî xwendiye û bi M. F. A. xilas kiriye. Dema perwerdehiya xwe ya li Enstîtuya Fîlmên Amerîkî gelek xelatan girtiye: Franco-Ameircan Cultural Fund, Mary Pickford Award, Mulicultural Motion Picture Association û ji Ambassadorial Rotary bûrsek sê sal girtiye. Bo filma wê ya bi navê Hope to Die ji bo xelata Student Academy Award wek namzet hatîye nîşandayîn.

Deutsch