Me digel efsaneya rocka Kurdî Kerem Gerdenzerî hevpeyvîneke kurt kir.

Me digel efsaneya rocka Kurdî Kerem Gerdenzerî hevpeyvîneke kurt kir. Kerem bikin, binêrin ka muzîkjenê hêja di der barê jiyan û muzikê de çi dibêje.

Rojda: Kak Kerem tu ser çavan ser seran re hatî Berlînê. Ez dizanim tu teze ji balafirê peya bûyî, lewma em ê hevpeyvîna xwe kurt bigirin. Hema ez ê pirsa yekemîn ve destpê bikim; gelo tê ji bîra te dema tu cahilbûyî çawa muzikê bala te kîşand? Te çawa û ji ber kîjan sedemê got; ez ê bibim muzikjen.

Kerem Gerdenzerî: Erê, gava ez cahil bûm muzika rock, rock “n” roll gelekî balkêş bû. Her kesî bala xwe dida van muzîkan. Min jî xwest ez gîtarê fêr bibim. Eja ez li Tîflisê çûmê mektewa muzikê fêr bûm. Wisa destpê kir.

Rojda: Û gelo Koma Weten çawa hate lidar xistin?

Kerem Gerdenzerî: Erê, me wekî cîwan nav xwe de hemasa muzîk çê dikir. Her kesî enstrûmantekî dixist. Gelek kes dihatin û diçûn, lê paşê dema em çendek hevalên hevdu dikin ku hatin arekî û me koma xwe ava kir.

Rojda: Kak Kerem gotinên stranên we pir balkêş in. Ez dizanim k udi navbera muzika we û wêjeya Kurdên Qafqasyayê de pêwendiyeke gelekî xurt heye.

Kerem Gerdenzerî: Erê, ja dizanî çima? Ji ber ku me helbestên helbestkarên pir hêja, yên wekî Celîlê Ordîxan, Ezîzê Îskan, Karlenê Çaçan û gelek kesên din wekî stran gotin.

Rojda: Belê, em dizanin ku Kurdên Qafqasyayê nimûneyên pir balkêş yên edebî û muzîkî afirandin. Lê pirsa min ew e ku gelo nifşên nû yên Qafqasyayê vê dewlemendiyê hildigirin li ser xwe?

Kerem Gerdenzerî: Erê, çawa. Hê jî kesên hêja, afirînêr henin û karên baş dikin. Lê divê hinekî tiştên modern biceribînin. Binêr e, her miletek folklora wan heye, lê di heman demê de muzîka wan a modern jî heye. Ez çûme Amedê, Navenda Çanda Cegerxwîn. Hêjeyekî gotê min li vê derê tembûr fêrî 500 şagirtan kiriye. Erê, baş e. Tembûr rihê Kurdan e, lê divê saksafon, gîtar û piyano jî bê fêrkirin ku cûreyên modern jî bên ceribandin.

Rojda: Wê çaxê pirsa me tê li ser kom an jî kesên nûjen yên Kurd. Gelo Kerem Gerdenzerî guhdariya kîjan kom an jî kesan dike?

Kerem Gerdenzerî; Rastîya xwedê gelek henin. Ka ez kîjanan ji te re bibêjim. Sîya Şevê pir baş e. Muzîka Yekbûnê balkêş e. Di operayê de, Pervîn Çakar heye- baş e ku rengekî wisa heye di muzîka Kurdî de. Koma Rewşen, Rewşen Çelîker, erê pir kes henin. Ka ez navê hemûyan çawa bibêjim.

Rojda: Belê, rast e. Îja lê kesên biyanî?

Kerem Gerdenzerî: berê me guhdariya “The Beatles”, “Led Zeppelin” herweha gelek komên din dikir. Niha jî ez muzika modern guhdarî dikim lê niha navê wan nayên ji bîra min.

Rojda: Kak Kerem gelo jiyana te niha çawa derbas dibe?

Kerem Gerdenzerî; Erê keça min, de ez ê li Moskovê me. Digel zarokên xwe, nêvîyên xwe dijîm. Heke muzîk jî nîn be, ka ez ê çawa jiyana xwe bidomînim. Hema wiha diçe.

Rojda: Ji bona dem û sebra te gelekî sipas dikim Kak Kerem.

Kerem Gerdenzerî: Tu jî sax bî.