Partî

Festîvala Fîlmên Kurdî – Şahiya Destpêkê di 02.08.2019 an de

Em festîvala fîlmên Kurdan bi sê lehengên muzîkê ve didin destpêkirin. Bi muzîka rock ya Kurdî ve bigirin heya muzika gerdîşî ya Kurdan û bêguman muzîka elektro. Em ê bi lehengê rocka Kurdî Kerem Gerdenzerî destpê bikin. 

Kerem Gerdenzerî stranbêje koma yekemîn ya rock muzîka Kurdî, stranbêjê Koma Weten e. Koma Weten di 1973an de li Gurcistanê bi aliyê çar muzikjenên Kurd ve hatiye avakirin. Van her çar muzikjenên cîwan di sêrî de helbestên şaîrên nemir ên wekî Mîkaîlê Reşîd, Karlenê Çaçan û Latifî Husret wergernadine li ser forma muzikê û wekî stran gotine. Di sala 1973an de Koma Wetan di festîvaleke muzîkê ya li Gurcistanê derdikeve li ser dikê û ji wê şûnda li seransera komarên Sovyetê tên nasîn. Koma Weten albûma yekemîn bi navê Melodîya ve derxistiye û pêşkêşî xatirê qurbaniyên komkujiya Helepçeyê kiriye.

Herweha muzikjena hêja Hani Mojtahedi dê îsal jî tevli bernameyê bibe. Hanî muzîkjeneke hoste ye. Ew ji rojhilatê Kurdistanê, bajarê Sinê ye. Wê perwerdeya muzika gerdîşî a Farisan girtiye û stranên Farsî gotine. Her çiqasî qedexeyên olî ên Îranê astengî derxistibin jî Hanîyê gelek konsert dane û stran gotine. Ji ber van qedexe û astengiyan Haniyê di 2014an de koçî Berlînê kiriye. Ji wê demê heya niha wê gelek konsert dane, tevli bernameyên televîzyonan bûye, şahiyên navneteweyî de bicih girtiye.  Hanî awaza gerdişî a Farisî û muzika Kurdî pevre bikar tîne û sentezeke nû derdixe holê. 

Di dawiyê de em ê bi dengê tekûz yê DJê  زی ته KK مس / Masta Sai, Garam Masala ve bireqsin û govendê bigerînin. Sahar Chopan zanyareke polîtîkê û germanîstê ye û li Berlînê dijî. DJ Masta Saî avakerê DostHaneEvent’ê ye û bi mehane Sudblock Berlînê derdikeve li ser dike. Ew bi muzikeke pir-çandî û pir-rengî wekî “Dengê Baştirîn ên Garam Masalayê” hatine hilbijartin. Wê di şampiyona golfê ya Afganan de li Portegîzê muzîka xwe pêşkêş kir. Wekî muzîkjena yekemîn a Alman-Afgan muzîkeke pir balkêş diafirîne.