Film

The Return

Shilan kiçek kurde, ya ku wek xwebexş li yek ji kempên penabera li başûrê Kurdistanê kar dike. Piştî fermana „Daiş“ ser kurdên ezîdî ve, gelek ji wan wek penaber li vê kempê bi cîh bûn. Shilan di yek ji çadirên kempê pêrgî kiçekê dibe, ya kû bi tena xwe dijî. Ne dixwaze têkeliyê digel mirova bike û ne jî dixwaze xwarnê buxe. Shilan dixwaze harîkariya wê bike.

Zahavi Sanjavi

Zahavi Sanjavi di sala 1967 li Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 digel malbata xwe koçberî Iranê bû. Ji sala 1990 ew li Swedê dijî. Xwendina xwe ya sînariyo û çekirna filman ji All-Russian State University for Cinematography li Mosko bi dawî anî. Neh sala jibo telvezyona kurdî li başûrê Kurdistanê kar dikir. Herdû salên dawî li Swêdê wek nivîskar, derhêner û berhemhêner li ser filmên xwe kar dike.


Beyond Dreams

Piştî demek di girtîgehê de borand, Mirja divê cihê xwe di nava civakê de bibîne. Dest bi karê paqijkirina Hotêlekê dike û jiyana xwe di navbera dayika xwe ya nexweş û hevalên xwe yê kevin parve dike. Lê ji bo ji heq herdû beşa derkeve, dest bi projêyek nû dike û jiyanê ji hêlek nû ve dibîne.

Rojda Sekersöz

Rojda Sekersöz di sala 1989 li Stockholmê, Swêdê ji dayik bûye. Pishtî xwendina xwe li akademiya Stockholm ya hunerê dramatîk, wê çendîn kurte film çêkirin. „Beyond Dreams“ yekem filmê wê yê dirêje û gelek xelat li Swêdê û Nerwic bi dest xwe anî.


Blue Silence

Hakan leşkerekî 42 salî li nexweşxanek leşkerî bi alîkariya peristgarek bi nav Ayla qençtir dibe. Ew bi xelatek leşkerî ji hêzê tê derxistin. Gerîyana wî li pey keça wî Melis paşeroja wî tîne ber çavên wî. Bi tena xwe Hakan li kolanên Stanbolê digere. Gelo hevdîtina wî digel hevalê wî Sînan, yê digel wî leşker bû, wê harîkariya wî bike paşeroja xwe li pişt xwe bihêle.

Bülent Öztürk

Bulent Ozturk di sala 1979 li bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1995, li Antwerpê, Belçîka wek penaberekî siyasî bi cîh dibe. Di sala 2011 wî mastera xwe ya derhênanê ji RITS li Bruksel wergirt. Kurte filmê wî „Houses with Small Windows“ gelek xelatê navneteweyî bi dest anî. “Blue Silence” yekem filmê wî yê dirêje.


The Legend oft he Ugly King

„The Legend oft he Ugly King“ dide pey şopa jiyana derhêner, lîstikvan û siyasetmedarê navdarê kurd Yilmaz Güney. Filmên wî „Yol“ û „Sürü“ deng li cîhanê vedan û navê Yilamz Güney ser astekî navteweyî berniyas kirin. Derhêner Hüseyin Tabak bi rêya geriyana xwe pêrgî gelek mirovan dibe, yên kû çîrok û bîranînên xwe digel Yilmaz Güney, bi me re parve dikin. Ev hunermendê bi hunera xwe wek şoreşger tê nasîn kî bû?

Hüseyin Tabak

Hüseyin Tabak wek zaroka karkerekî Kurdê bakur, die sala 1981 li Bad Salzuflen ji dayik bûye. Wî tecrîbên xwe yên pêşî wek wek harîkarê derhêner li Hamburg di zêdeyî 20 filmên dirêj de da hev. Ji 2006 heta 2012, wî li Akademiya Filman li Vienna derhênerî û sînaryo xwendiye. Bi filmê xwe „Rindiya te ne hêjayî tiştekî ye“ wî di sala 2012 xwendina xwe bi dawî anî. Die heman salê de filmê wî yê dûyemîn „Haspê li ser balkonê di pey sînaryo ya Milan Dor kete sînemayên almanî de.


Havibon

Piştî reva wan ji bajêrê Şingalê, ku bindestê DAÎŞê bû, bi hezaran Kurdên Yezîdî li çiyayê Şingalê ji kêmasiya alîkariyê di êşin. Sê zelam bêçare li pey jiyarê ji bo malbatên xwe çiyayê Şingalê dihêlin, lê ew nizanin ku rêkek emîn bo Kurdistanê hatiye vekirin. Çîrok li ser veqetandina navbera wan sê zelaman û malbatên wan de ye, yên ku gihîştine kempa penabera. Li wir li benda wana ne û xwe fêrî jiyanek nû dikin.

Hakar Abdulqader

Hakar Abdulqader derhênerê belge filman, nivîskar û edîtorê Kurd e, li sala 1980 li bajêrê Duhokê ji dayik bûye. Hêza wî bo belge filman di sala 2000 destpêkir. Karê wî yê dawî bi nav „Havîbon“ e, ku li „Final Cut Workshop“ li Fîlm Fêstîvala Venice ya nêvdewletî xelatek qezenc kir.


Life On The Border

Ev film Bahman Ghobadi digel heft zarokên penaber ji Kobanî û Singalê çêkirye. Derfetê dide zaroka di rêya hizrên xwe behasa çîrokê xwe bikin. Ev derhênerên biçûk bi vî awayî dihêlin bîner têkeve nav jiyana wan ya penaberiyê.

Bahman Ghobadi

Bahman Ghobadi di sala 1968 li rojhilata Kurdistanê ji dayik bûye û derhênan li zankoya filman li îranê xwendiye. Ta filmê wî yê yekem „Dema hespên sermest“ Ghobadi ji bo radyoyê, wek fotgraf û harikarê derhênanê kar dikir. Di sala 2004 wî xelata sedefa zêrîn li festivala San Sebastian ji bo filmê xwe „Kîso dikarin bifirin“ û di sala 2006 ji bo filmê xwe „Nîv heyv“ bi dest xwe anî.


Das Milan-Protokoll

Dektora alman Martîna, li Kurdistanê kar dike. Wê têkilî digel hêzên kurdî li rojavayê Kurdistanê hene û bo dermankirna şervana diçe Rojava. Bi derbasbûna dawî Martîna ji alî grûpek sinî tê revandin, ji ber ku ew di wê hizrê dene ku Martîna çek û sîlaha derbas dike. Ev grûp bi ser „Daiş“ ve ye, lê armancên wan yê cuda jî hene, ji bo wisa girtiya xwe ji ber „Daiş“ vedişêrin. Wexta BND tevlî meselê dibe, çîrok winda dibe.

Peter Ott

Peter Ott derhênerekî almane û di sala 1966 ji dayik bûye. Ji sala 1986 heta 1992 li zankoya hunerên ciwan li Hamburgê derhênan xwendiye. Piştî xwendina xwe gelek film çêkirne, ne bes wek derhêner, lê wek berhemhêner û nivîskar jî. Filmê wî yê herî navdar belge filmek ser grûpek muzîkjen e. Herwiha, Peter Ott ji sala 2007 ve li Merz Akademie li bajarê Stuttgart mamoste û dersdarê çekirna filman e.


Radio Kobane

Jineka Kurd ya 20 salî bi nav Dilovan dezgehekê radyoyê li Kobanê vedike li dema şerê rizgarî dijî DAÎŞ. Di bernameyên xwe de, Dilovan hevpeyvînê digel qortalbûyan, penaberan, şervan û helbestvanan dike û hesteka hevgirtinê dide guhdarên dilşkestî ku pêtiviya avakirina bajêrê xwe heye. Radyoya Kobanê bi formek tal, taybet û helbestî çîrokên birîndarî, çakbûnê, hêvî û evînê radigehîne.

Reber Dosky

Reber Dosky derhênerekî Kurd ê Holenda ye û di sala 1975 li Duhokê ji dayik bûye. Derhênerî li Film Akademiya Holenda xwendîye û ji sala 1998 ta niha li Holenda dijî. Derhênerê fîlmê The Call (2013) bû ku gelek xelatên nêvdewletî bi dest xwe anî. Filmê wî The Sniper of Kobani (2015) gelek xelatên fêstîvala qezenckirin.


Reistance is Life

Keçek 8 salî bi nav Evîn di kempekê de li ser sînorê di navbera Tirkî û Suriyê berxwedana welatê xwe nîşan dide. Qehremanên wê, jinên şervan yên ku dijî DAIŞ ê parastina bajêrê Kobanê dikin. Evîn nîşan dide ku hêvî û berxwedan li demên trajîk de zal dibin.

Apo W. Bazidi

Apo W. Bazidi di sala 1984 li bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Lêkolîna fîlma li City College of San Francisco li sala 2006 destpêkir. Bekeloriyoz di berhemhênana film û televiziyonê ji zanîngeha Southern California wergirt. Fîlmên wî grêdayî pirsên civakî û karlêkirina kultûrê ne.


The Promise

Konstantinopel di sala 1914, berî şerê cîhanî yê yekem: paytexta Împaratoriya Osmanî di ber xera bûnê de ye. Gava hunermenda kêşok Ana digel zilamê xwe, rojnamevanê amerîkî Chris, ji Parîsê tê, xwendevanê tibê Michael dil dikeve wê de. Herdû bi esilê xwe ermenî ne. Hezkirinek bi hêz dest pê dike. Lê şer nêzîk dibe û tirsa komkujiya li ser ermena koçberiyê ferz dike.

Terry George

Terry George derhêner û nivîskarekî ji bakurê Irlanda ye. Wî di salê 1980 dest bi nîvîsanê û di sala 1996 dest bi derhênanê kirye. Di sala 1996 wî bo filmê xwe „Some mother´s son“ xelata European Film Award bi dest xwe anî. Di sala 2012 bo filmê xwe „The Shore“ Oscar bi dest xwe anî.


The Cut

Di sala 1915 zilamek xwe ji komkujiya ermena xelas dike, lê malbata xwe, pejna xwe û baweriya xwe berze dike. Şevekê jêr tê gotin ku herdû keçên wî hîn saxin. Wisa lêgerîna wî bo keçên wî dest pê dike.

Fatih Akin

Fatih Akin di sala 1973 li Hamburg, Almaniya ji dayik bûye. Ew yek ji derhênerên heri navdar li almaniya ye. Ji sala 1994 heta 2000 wî li zankoya hunerên ciwan li Hamburg derhênan xwendiye. Filmê wî ye dirêjî yekem “Kurz und Schmerzlos” bû. Bi filmê xwe “Gegen die Wand” wî hemî xealtên navdarî almanî û ewropî bi dest xwe anî.


ZER

Jan, xortekî gênc ku li New York ê jiyaye, daxbar dibe bi straneka dapîra wî li ser nivîna xwe ya mirinê dinale. Bîra xewneka xwe dike, ji kumkujiyek wê mêzkirî li zarokatiya xwe. Piştî mirina dapîrê, Jan seferê dibe cîhê ew lê jiya di nav axa Kurdan de, da rastiya strana dapîra xwe bizane. Gerîyana wî ewî kûr dibe nav mîrata xwe ya nenas, rastiyên xemgîr u veşartî diyar dibin. Wateya ew çenda dapîra wî li pey xwe hiştî dibîne.

Kazım Öz

Kazım Öz di sala 1973 li Dersimê, bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji sala 1992 heta 1996 wî bi koma şanogeriyê „Jiyana Nû“ wek lîstikvan û derhêner kar kir. Kurte filmê wî „Ax“ dengekî cîhanî da û gelek xelat bi dest anî. Filmê wî yê yekemîn „Fotograf“ gelekî bi dilê temaşevanan bû. Yekemîn belge filmê wî „Dûr“ li Festîvala Tirkî-Almanî li Nürnberg û li Festîvala Enqerê xelata baştirîn begle film bi dest anî.

Crossing the Dust

Crossing the Dust“ roja ketina Saddam Hussein ji perspektîva dû peşmergeyan yên ku li kolanekê pêrgî kurekî ereb dibin, got û bêj dike. Ew kurik dike girî. Yek ji wan peşmergeyan bi dîtina wî kurî hizra birayê xwe dike û dixwaze harîkariya wî bike, lê peşmergê din naxwaze. Bi ser hala de, navê wî kurkî jî Saddam e.

Shawkat Amin Korki

Shawkat Amin Korki sala 1973 li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1975 digel malbata xwe ji ber artêşa Iraqî revî Îranê. Li wir ew ta 1999 ma û derhênan xwend. Di dem mayîna xwe ya Îranê û duv re piştî vegera xwe ya Kurdistanê, wî di şanogeriyê, TV û sînemayê de kar kir. „Crossing the Dust“ yekem filmê wî yê dirêj bû û balkêşîyek mezin li festîvalên cîhanî dît.