Shawkat Amin Korki sala 1973 li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1975 digel malbata xwe ji ber artêşa Iraqî revî Îranê. Li wir ew ta 1999 ma û derhênan xwend. Di dem mayîna xwe ya Îranê û duv re piştî vegera xwe ya Kurdistanê, wî di şanogeriyê, TV û sînemayê de kar kir. „Crossing the Dust“ yekem filmê wî yê dirêj bû û balkêşîyek mezin li festîvalên cîhanî dît.